Here naverokê

PCKurd.com

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdmcse hat beralîkirin)

PCKurd.com an jî KURDMCSE, malperekê bû ku dixwest agahî li ser mijarên IT (teknolojiya înformasyonê) û kompûterê bi kurdî bide. Tê de li ser pir mijaran cara yekê bi kurdî hatiye nivîsandin. Di KURDMCSEê de eFerheng, Ferhenga Termên Kompîtûrê û Dibistana Torê waneyên li ser înternetê bi kurdî hebûne. Kurtenivîsa MCSE tê wateya Microsoft Certified Systems Engineer, yanî "Teknîkerê Sîsteman ê Belgedar ê Microsoftê.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]