Mate (vexurik)
Mate | |
|---|---|
| Welat | |
| Dewlet | Brezîl, Ûrûguay |
| Kaşîf/Îcadker | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Mate bilêvkirina spanî: [ˈmate] yan jî çaya Mate[1] (bi zimanê guaranî: ka'ay) vexurikek e ku ji pelên nebata yerba mate (Ilex paraguariensis) tê amadekirin.[2] Ev nebat bi eslê xwe ji herêmên jorîn ên hewzên çemên Paraguay, Paraná û Ûrûguay, li Amerîkaya Başûr, tê.[3] Yerba mate ji pelên ku tên hişkkirin, birîn û hûrkirin pêk tê. Ji ber tanînên ku di wan de hene, ev pel tamêkî tal didin. Bi gelemperî, mate bê şekir tê vexwarin; lê mirov dikare bi şekir, hingiv stevyayê an jî şîrînkerên din ên bêkalorî were şîrînkirin. Dema av li ser pelên yerba mate tê rijandin, ji ber glîkozîdên ku di wan de hene, li ser rûyê vexwarinê kef digire.
Li Amerîkayê, ji serdema beriya hatina dagirkerên ewropî ve, mate ji aliyê hin gelên xwecihî ve dihat vexwarin. Di nav wan de Kaingang û gelek gelên din ên ji malbata zimanî ya Tupî-Guaranî hene, wekî Avá, Mbyá û Kaiowá. Her wiha, hin gelên din ên ku bi wan re bazirganî dikirin jî mate vedixwarin; di nav wan de Ñandeva, Taluhet (Pampayên kevn) û Qom (Toba) hene. Kolonîstên spanî û portûgalî jî zû ev adet pejirandin. Bi vî awayî, mate bû beşek ji mîrateya çandî ya bi taybetî li Paraguay, Arjentîn, Ûrûguay, Şîlî, Bolîvya û başûrê Brezîlyayê. Mate li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Libnanê jî tê vexwarin. Ev adet ji aliyê koçberên sûrî û libnanî ve gihîşt van welatan. Ew koçber çûbûn Arjantînê û dema ku vegeriyan welatên xwe, ev adet jî bi xwe re anîn. Paşê, ev adet li van welatan belav bû.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "Ekstrakta Çaya Mate (Ilex paraguariensis) - NaturMed Scientific". Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2026.
- ↑ Ortiz, Elisabeth Lambert (9 îlon 1998). Cocina Latinoamericana: Más de 250 recetas de las más sabrosas de los países americanos desde México a la Patagonia (bi spanî). EDAF. ISBN 978-84-414-0421-2.
- ↑ Ortiz, Elisabeth Lambert (9 îlon 1998). Cocina Latinoamericana: Más de 250 recetas de las más sabrosas de los países americanos desde México a la Patagonia (bi spanî). EDAF. ISBN 978-84-414-0421-2.
- ↑ https://web.archive.org/web/20140312014840/http://www.middle-east-online.com/english/?id=64763. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 adar 2014. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2026.
{{cite web}}:|title=kêm an vala ye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)