Quds
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Ghybu (gotûbêj| beşdarî) ve berî 10 rojan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Nota bikarhêner/ê: Ji nû ve tê nivîsandin. |
Orşelîm
| |
|---|---|
| ירושלים | |
| Navê(n) din: | |
Orşelîm li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 31°47′Bk 35°13′Rh / 31.783°Bk 35.217°Rh | |
| Welat | Filistîn (herêm) |
| Îdîakirin | Filistîn û Îsraêl |
| Rêveberî | |
| Navçe | Navçeyên Orşelîmê |
| Wîlayet | Wîlayetên Orşelîmê |
| Paytexta |
|
| Dema avabûnê | 4 millennium b.z. |
| Sûrên bajarê kevn | 1541 |
| Şerê Orşelîmê | 18'ê Pûşperê 1948 |
| Jinûve Yekbûn | 7'ê Pûşperê 1967 |
| Qanûna Orşelîmê | 30'ê Tîrmehê 1980 |
| Îdarî | |
| • Cure | Encûmena Şaredariyê |
| • Encumen | Şaredariya Orşelîmê |
| • Şaredar | Nir Barkat |
| • Şaredarê Filistînê | Zaki al-Ghul |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 125.156 dunams (125,42 km2 or 4842 sq mi) |
| • Metropol | 652.000 dunams (652 km2 or 252 sq mi) |
| Bilindahî | 754 m (2474 ft) |
| Nifûs | 1.050.151 (2024) |
| Demonîm | orşelîmî, qudsî |
| Etnîkî (2016)[2] | |
| • Cihû | 64% |
| • Ereb | 35% |
| Dem | UTC+3 |
| Koda postayê | 9XXXXXX |
| Koda telefonê | +972-2 |
| Malper | jerusalem.muni.il |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Orşelîm[3][4][5][6] an Quds[7][8][9] an Qidis[10] an Qûdûs an jî Jerûsalem[11] (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם, lat. Yerushaláyim; bi erebî: القُدس, lat. al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî hewce ye]), bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Ji ber ku Îsraêl saziyên xwe yên sereke yên hikûmetê li wir diparêze û Dewleta Filistînê di dawiyê de wê wekî kursiya desthilatdariya xwe pêşbîn dike, hem Îsraêl û hem jî Filistîn bajarê Orşelîmê wekî paytexta xwe îdîa dikin.
Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).
Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe ,[çavkanî hewce ye] Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.
Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma.[çavkanî hewce ye] Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.
537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.
Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi artêşa xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.
Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) artêşa romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna.[çavkanî hewce ye] Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.
638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz".[çavkanî hewce ye]
Navên cuda yên bajarê Orşelîmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bawermendên mesîhî û misilman bajar wekî "Bajarê Pîroz" (bi îngilîzî: the Holy City), "Qudsa Pîroz" û "Qudsa Şerîf" (Kudüs-i Şerif, Quds ash-Sharif) bi nav dikin.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mertala Orşelîmê
- Alaya bajarê Orşelîmê
- Dîwarê rojava yê Orşelîmê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "Baitul Muqaddas". Book Home. 1 kanûna paşîn 2007 – bi riya Google Books.
- ↑ "Facts and Figures". jerusalem.muni.il.
- ↑ Şirîn (1996). Nî Roj language learning series: English-Kurmanji Kurmancî - Ingîzî Word List. r. 172.
- ↑ Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta, 2015.
- ↑ https://www.dengeamerika.com/a/turkish_stabs_israel_police/7591895.html
- ↑ https://beta.rudaw.net/kurmanci/categories/gr/1281859
- ↑ Şirîn (1996). Nî Roj language learning series: English-Kurmanji Kurmancî - Ingîzî Word List. r. 172.
- ↑ https://beta.rudaw.net/kurmanci/categories/gr/1281859
- ↑ Bedirxan, Celadet Alî (1998). Hawar 2 Hejmar 24-57 (1934-1943). Stokholm: Nûdem. r. 785, 886, 928, 1049, 1062, 1081, 1134.
- ↑ Amir, Mustafa (1992). Ferhenga Amîrxan: kurdî-almanî. Ismaning: Max Hueber Verlag. r. 376.
Qidis Jerusalem
- ↑ Îzolî, D. (2007). Ferheng: kurdî-tirkî, Türkçe-Kürtçe. Amed: Deng. r. 1146.
Qûdûs/Jerûsalem
