Here naverokê

Zimanê latînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Image
Nivîseke latînî ku di sedsala pêncan a zayînî de bi destê konsulê romayî Decius Marius Venantius Basilius hate çêkirin (ji Coliseuma Romayê).
Image
Li Împeratoriya Romayê zimanê latînî bûye zimanê fermî.

Latînî an jî zimanê latînî (bi latînî: Lingua latina) navê zimanekî îtalîk ê malbata zimanên hind û ewropî ye, wek zimanên oskî, ûmbrî û sabînî. Latînî zimanê fermî ya Împeratoriya Romayê bûye, lê îro bi tenê li Vatîkanê dimîne wekî zimanê fermî. Zimanekî mirî ye, anku zimanê bav û kalên tukesî nîne.

Latînî herwekî zimanê ayînî yê mesîhiyên katolîk û zanistê bûye. Heta îro dabeşbûna zanistî ya botanîk û zoolojîk (taksonomî) bi zimanê latînî ye.

Binêre herwiha

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: latînî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir